Desteya Jin a Kantona Cizîrê bi boneya sersala nû li Navenda Zarokan pîrozbahiyek li dar xist.
Di çalakiyê de rêveber û gelek zarok amade bûn, şahî bi dîlan û stranan hat xemilandin.
Di dawiyê de, ji bo piştgiriya derûnî û bilindkirina moralê zarokan, Desteya Jin diyarî li ser zarokan belav kirin û kêfxweşî xistin dilê wan.






