Şaredariya gel a Til Koçerê, bi baweriya ku paqijî pîvaneke bingehîn a pêşketina civakê ye, bi hevkariya komîn, encûmena bajarok û komîteya tenduristiyê dest bi belavkirina selikên çopê li ser malan kir. Ev destpêşxerî bi armanca bilindkirina asta hişmendiya tenduristiyê, geşkirina giyanê beşdariya gel û misogerkirina berdewamiya xebatên paqijiyê di nava bajêr de hatiye destpêkirin.






