Bi nêzîkbûna dawiya salê re, Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê ji bo baştirkirina performansa rêveberiyê û yekkirina sîsteman, rêzecivîn bi ofîsên Dîwan û Arşîvê yên hemû deste û saziyan re li dar xist.
Di civînan de astengiyên heyî hatin nirxandin û tekezî li ser girîngiya hevrêziyê hat kirin.
civîn bi diyarkirina mekanîzmayên nû û amadekariyên ji bo sala 2026an bi dawî bûn, bi armanca zêdekirina hilberînê û pêşxistina karê rêveberiyê.






