Daxuyanî îro ji hêla hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Dr. Meryem Ebdulrehîm Ehmed ve, li Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Vîrusa grîpê ya ku niha belav bûye, cureya H3N2 ye, ne vîruseke nû yan nenas e, lê belê yek ji cureyên grîpên demsalî ye ku her sal xuya dibe.”
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku ew “ne vîruseke nû yan pir xeternak e û piraniya bûyerên nexweşiyê nîşanên xwe sivik an navîn in.”
Desteyê diyar kir ku li hemû navendên tenduristiyê, nexweşxane û klînîkên li kantonê karmend û bijîşkên jêhatî hatine erkdarkirin û pêdiviyên lênêrînê û dermankirinê yên pêwîst hatine peydakirin.
Desteyê destnîşan kir ku hejmara nexweşiyên giran kêm e û tu nîşaneyên zêdebûna hejmara mirinan ên bi vîrusê ve girêdayî nîn in.
Desteyê bang li şêniyan kir ku netirsin, li gorî rênimayên tenduristiyê tev bigerin û heke nîşaneyên giran derkevin holê, bi taybet di nava zarok û extiyaran de, tavilê bi bijîşkan bişêwirin û da zanîn ku rewşa kantona Cizîrê baş e û hemû saziyên tenduristiyê bi hevkarî dixebitin da ku tenduristiya civakê biparêzin.







