Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cezîrê, pêvajoya belavkirina mazota germkirinê bi serkeftineke 98% bi dawî bû.
Di vê çarçoveyê de, 121 milyon û 678 hezar û 500 lître mazot li ser 405,595 malbatan hat dabeşkirin, ku para her malbatekê 300 lître bû.
Her wiha rêveberiyê ragihand ku belavkirina mazotê li hemû dibistanên kantonê bi dawî bûye, tenê li dibistanên bajarê Hesekê xebat berdewam in û tê payîn ku di nav du rojan de ew jî bi dawî bibe.






