Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê bi hevkariya Rêveberiya Jîngehê ya Hesekê kampaneya hişyarkirina jîngehê didomîne.
Di vê çarçoveyê de, Ofîsa Hişyarî û Perwerdehiya Jîngehê çalakiyan di bin dirûşmeya “Em jîngeha xwe diparêzin, em pêşeroja xwe ava dikin” li gelek dibistanên seretayî yên gundewarî yên bajarê Hesekê lidarxist, di nav wan de Um Milih, Ankerî, Selam Feyad, Ebd Hemîd Cuma û Xerbet El-Şe‘ir.
Armanca kampaneyê belavkirina hişmendiya jîngehê di nav zarokan de ye û teşwîqkirina wan ku ji temenê biçûk ve jîngehê biparêzin.
Di vê çarçoveyê de kursên perwerdeyî li ser hêmanên bingehîn ên jîngehê wek av, hewa, ax û zindîtiyê hatin pêkanîn, her wiha bi beşdariya xwendekar û mamosteyan çalakiyên paqijiyê hatin lidarxisin û selikên çopê ji bo veqetandina bermabiyên li dibistanan hatin danîn, da ku jîngehek saxlem ji bo pêşerojê were parastin.






