Şaredariyên Gel ên li bajar û bajarokên Kantona Cezîrê, di bin rêdanên Rêveberiya Xweser de, hewlên xwe yên paqijkirina kanalîzasyonên baranê yên li kolanan zêde kirine.
Armanca vê xebatê ew e ku kombûna avê piştî baranê giran were çareserkirin û pêşî li astengiyên di sîstema kanalîzasyonê de bigirin, nemaze ji ber guherînên avhewayê, da ku jîngehek ewle û saxlem ji bo niştecihan were misogerkirin.






