Di çarçoveya amadekariyên berdewam de ji bo vekirina rêya Balafirgeha Qamişlo ji bo tevgerê, Şaredariya Gel a Qamişlo, bi hevkariya Ofîsa gulîstan û Darçandiniyê, dest bi paqijkirineke berfireh a rêya sereke ya ber bi balafirgehê ve kiriye.
Kar ev tişt di nav xwe de girt:
– Rakirina ax û bermahiyên kombûyî ji her du aliyên rê.
– Vedana dar û deviyan ji bo misogerkirina dîtina zelal û baştirkirina xuyangê estetîkî.
– Berhevkirin û veguhestina bermahiyan bo cihên diyarkirî.
– Dagirtina çalên piçûk ji bo misogerkirina ajotina ewle.
Armanca vê gavê ev e:
– Peydakirina jîngehek paqij û ewle ji bo gel û rêwiyan.
– Baştirkirina dîmena bajarî û nîşandana wêneyekî şaristanî yê bajêr.
– Hêsankirina tevgera trafîkê ji bo amadekariya vekirina rêya girîng a ber bi balafirgehê ve.
Berpirsiyarên kar tekez kirin ku ev hewildan beşek ji planeke berfireh a lênêrîna rê û gulîstanên giştî ne, ku pabendbûna Şaredariya Gel û Ofîsa gulîstan û Darçandiniyê ji bo xizmetkirina civakê û dabînkirina şert û mercên çêtirîn ji bo gel nîşan didin






