Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê, bi alîkariya Ofîsa Darçandinê û Hêzên Parastina Jîngehê, kampaneya xwe ya çandina daran didomîne da ku jîngeha kesk pêş bixe û qirêjiyê kêm bike. Wek gavek destpêkê, wan 150 darên serevê ji bo çandinê li baxçeyê Navendê li Qamişlo dabîn kirin. Armanc zêdekirina qadên kesk û bilindkirina hişmendiya jîngehê ye, û ev kampane dê di tevahiya demsala çandina daran de berdewam bike.






