Li taxa Um Firsan a Şaredariya Qamişlo, niştecihan ji Ofîsa Tenduristiyê re gilî kirin derbarê mirina girseyî ya çêlekan de. Ev mirin bû sedema pirsgirêkên jîngehî, di nav de belavbûna bêhnên nebaş û zêdebûna kêzikan, ku gefê li tenduristiya giştî dixwe.
Ofîsa Tenduristiyê serdaneke lezgîn pêk anî û li cihê bûyerê 35 heta 40 çêlekên mirî li nêzîkî qefesan hatin dîtin. Li gorî zanyariyên ji xwediyên ambaran, sedema vê mirinê belavbûna nexweşiya kezebê di nav golikan de ye.
Rêveberiya Ofîsa Tenduristiyê tekezî li ser giringiya çareserkirina vê rewşa tenduristî û jîngehê kir, û ragihand ku ew niha testên laboratîfê dikin da ku cewherê nexweşiyê bi awayekî zanistî diyar bikin. Herwiha, bang li cotkaran hat kirin ku bi lez tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiyê bo lawirên din.






