Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen bal kişand ser giranbûna zehmetiyên jinên Sûriyeyê û rola jinan di hikumeta veguhêz de nirxand. Jiyan Hesen got rewşa heyî ne li gorî armancên gelê Sûriyeyê û fedakariya jinan e. Her wiha bang li jinan kir ku li hemberî siyasetên paşguhkirinê û ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê hevgirtinê pêk bînin.
Di serî de Jiyan Hesen diyar kir ku piştî salekê ji hilweşîna rejîma Baas, ferzkirina sîstem yek ziman, yek nasname û yek alê, herî zêde zirar gihand jinan nexasim ku jinên Sûriyeyê bi giştî û yên Kurd bi taybetî di 10 salên borî de rastî hemû cureyên paşguhkirin û binpêkirinan hatin.
Jiyan Hesen karesatên ku rejîma Baas li dijî Kurdan pêk anîne, ji şewata sînemaya Amûdê, şewata girtîgeha navendî ya Hesekê, guhartina demografî û bûyerên 12’ê Adarê heta bi sazkirina destûrekê ku para mafên Kurdan tê de tune ye, anîn ziman.
Jiyan Hesen destnîşan kir ku gelê Kurd û jinên Kurd serî netewandin û ji bo guhartina sîstemê li ber xwe da. Piştî hilweşîna rejîmê jî hêviya avakirina sîstemeke demokratîk mezintir bû û got: “Armanc ji şoreşê guhartina hişmendiyê bû û ji bo wê gelê Sûriyeyê bedelên giran dan.”
JINA SÛRIYEYÊ LI HEMBERÎ 2 RÊYAN E
Jiyan Hesen diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê jinên Sûriyeyê bi hêvî bûn ku di avakirina Sûriyeya nû de roleke xurttir bilîzin û got: “Şoreş wekî şoreşa jinan tê naskirin lê îro li hemberî 2 rêyan e, rêya destkeftiyên salên borî û rêya zehmetî û astengiyên ku hikumeta veguhêz derdixe. Jinan di şer de, di rêvebirina civakên xwecih û însiyatîfên sivîl û siyasî de roleke sereke lîst, lê ev rol di saziyên cihên biryarê de nayê dîtin. Divê ev yek jî zû were çareserkirin.”
Jiyan Hesen wiha domand: “Jina Sûriyeyê xwedî dîrokeke kevnar a berxwedan û têkoşînê ye û wê pêkhate û ol bi hev ve girêdan. Nimûneya hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nimûneyeke guncaw e û dikare li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.”
Girêdayî wê, Jiyan Hesen hişyarî ji binpêkirinên hikumeta veguhêz ên li dijî jinan da wekî rakirija navên jinên berxwedêr ji pirtûkên dîrokê û yên minhacên dibistanan wekî Zenûbiya û Xewle Bint El Ezwer û got: “Hêviya gelê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê ne wiha bû.”
Jiyan Hesen got di hişmendiya vê desthilatê de jin tune ne û ew wê tenê wekî xulam ji bo anîna zarokan û karên malê dibînin û got: “Ew jinan di kirasekî reş û di nav çar dîwaran de nas dikin. Heta rêz ji perestgehên ji bo jinan re wekî peykerê Meryem El Ezra û meqama Seyide Zeyneb, nehat girtin û êrişî jinên di şoreşê û olê de hat kirin.”
Jiyan Hesen got ku jinên Sûriyeyê hem mamoste, bijîşk, civaknas, parêzer û hem jî dadger in û hemû jî di cihên biryarê de rastî paşguhkirin û tundiyê hatine û got: “Tiştê ku dibe komkujiya bi zanabûn e û vedigere hişmendiya berî 5 hezar sal.”
Jiyan Hesen li ser bûyerên li berav û Siwêdayê got ku ew bûyer derexlaqî û dermirovî ne û girîngî bi hesabxwestina ji sûcdaran da.
Jiyan Hesen wiha zêde kir: “Hişmendiya ku jin li Rojava, Şengal, Efrîn, berav û Siwêdayê kuştine heman hişmendî ye, ew hişmendiya ku ji jina bihêz, zana û ya ku mafên xwe nas dike.”
Jiyan Hesen wiha domand: “Beşdariya jinên Sûriyeyê bi taybetî jinên Kurd di saziyên hikumeta veguhêz de ne li gorî fedakariya wan û rola wan a rastîn e. Zehmetî ne tenê siyasî ne, her wiha civakî ne. Beşek ji civakê dixwaze bi bihaneyên cuda rola jinan sînordar bikin.”
Jiyan Hesen got tunebûna nûnertiya jinan di destûr û siyasetên giştî de dê sîstemekê li dijî pêdiviyên nîva civakê ava bike.
Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Hesen got: “Ji bo qonaxa bê îradeyeke siyasî ya zelal û hevgirtina jinan ji bo avakirina Sûriyeya bi edalet ku jin tê de yek ji stûnên sereke bin, pêwîst e.”






