Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê, tevî ku betlaneya fermî bû jî, bi rêya komîteya paqijiyê dest bi kampaneyeke lezgîn kir, Vekirina devê qenalên avê yên astengbûyî ji ber barana zêde.
Komîteyê bi karanîna mekanîzmaya “roketî” ya taybet, dest bi paqijkirina qenalên baranê yên li rêyên sereke û yên duyemîn kir da ku astengiyan rake, herikîna avê baştir bike, û pêşî li çêbûna golên avê bigire.
Ev gav ji bo misogerkirina karîgeriya torên kanalîzasyonê li hemû taxên Dirbêsiyê, wekî beşek ji bersiva bilez a şaredariyê ji bandorên baranê re, hate avêtin.






