Komîteyên sewaldariyê li Kantona Cezîrê xebatên xwe yên serjimêriya sewaldariyê berdewam dikin. Ev hewldan tevî zehmetiyên mezin ên ji ber şert û mercên hewayê yên ne aram wek kêmbûna pileya germahiyê, barana guherbar, û bayên çalak têne kirin.
Ev xebat wekî beşek ji plana salane ya stratejîk a Encûmena Aborî û Çandinîyê ye, ku armanc dike daneyên sewaldariyê nûjen bike û agahiyên rast û pêbawer peyda bike da ku di plansazî û biryardanê de bibin alîkar.
Tevî bandora hewayê li ser tevgera tîmên meydanî, xebat li gorî bernameyên nû yên ku ewlehî û şertên xebatê li ber çavan digirin, bi serkeftî têne meşandin. Ji bo misogerkirina operasyonên bênavber di bin van şertan de, komîteyê piştgiriyek zêde (wek zêdekirina veguhastin û amûran) pêşkêşî tîman kiriye.
Karên Sereke yên Komîteyan:
1_Jimartina hejmara hemû cureyên lawiran: dewar, pez, bizin, deve û yên din.
2_Tomarkirina daneyên berfireh li ser cihên çêrandinê, astên xwarinê û rewşa giştî ya tenduristiya keriyan.
3_Hevrêzkirina bi xwediyên seweldariyê re ji bo hêsankirina gihîştina ambar û zeviyan.
4_Bikaranîna amûrên teknolojîk ên wekî cîhaz û pergalên nexşekirinê ji bo misogerkirina rastbûna tomarkirina daneyan.
5_Şopandina her metirsî an nexweşiyên potansiyel ên ku dikarin gefê li sewaldariyê bixwin.






