Desteya Kar û barên Civakî û Kedkaran a Kantona Cezîrê li Qamişlo civîna xwe ya salane ya li ser jinan bi beşdarbûna Hevseroka Desteya Kar û barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Îbrahîm, Cîgira Encûmena Cîbicîkar û Endama Kordînasyona Jin a Kantona Cezîrê Hemrîn Mihemed, û rêvebirên kamp û navendên Rengîn û Êrîş lidarxist.
Di civînê de, pêşketinên siyasî û rêxistinî hatin nîqaşkirin, rapora salane ya 2025an hate xwendin, rewşa jinan di nav navend û kampan de hat nirxandin, û rêbazên kêmkirina zext û dijwarîyên li ser wan hatin lêkolînkirin.
Di encamê de, ji bo sala pêş, planeke pêşerojê hate danîn ku bernameyeke xebatê ya ji bo pêşxistina rola jinan û zêdekirina hewildanên wan di nava deste û kampan de dihewîne.






