Di berdewamiya kampanyaya “Dibistana Me” de a ku ji hêla Navenda “Hunergeha Welat” ve bi piştgiriya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê, Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê û Şaredariya Gel a Qamîşlo hatiye destpêkirin, kampanya îro, Şemiyê, 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li sê dibistanên bajarê Qamîşlo xebata xwe berdewam kir.
Xebata îro temamkirina operasyonên rakirina giya û bermayiyan li hersê dibistanan, rakirina bermahî û kavilan ji hundir û derdora dibistanan û avêtina wan di nav xwe de digirt.
Kampanya dê berdewam bike heta ku her sê dibistan bi tevahî werin paqijkirin, derve bi dîwaran û karên hunerî werin boyaxkirin û dar werin çandin. Wekî din, xelekên hunerî û muzîkê û Perwedeyên jîngehî dê li dibistanan werin lidarxistin.
Desteya Jîngehê ji bo kampanyayê pêdiviyên paqijiyê peyda dike, di nav de konteynir, kîsikên ji bo berhevkirina çopê, mask, lepik û alavên din ên pêwîs, Darên pêwîst, û di çarçoveya kampanyaya xwe ya perwerdeya jîngehî ya berdewam de li dibistanên Kantona Cezîrê,perwerdeyên jîngehî li dibistanan lidar bixe.
Di Kampanya de hemû beşên Desteyê û karmendên wê, Hêzên Parastina Jîngehê û hejmarek ji xebatkarên Şitilgeha Şehîd Barîn, ku di çarçoveya Desteyê de dixebite, tevlî bûn.
Desteya Jîngehê piştgiriya kampanyayên ji bo bidestxistina jîngehek paqij û bê qirêjî, û avakirina civak û nifşek ekolojîk berdewam dike.






