Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê, ji bo vejandina parastgehên xwezayî, li Parastgeha Mazkeft ya nêzîkî Tirbespiyê 500 darên çamê yên fêkîdar çandin. Armanca giştî ya vê kampanyayê ew e ku li her sê rezervên Mazkeft, Maşûq, û Abira 1000 darên çamê yên fêkîdar bên çandin, wekî berdewamiya darên ku berê di demsala payîzê de hatibûn çandin. Di çalakiyê de hevserokatiya Desteyê, ofîsên têkildar ên Rezerv û Darçandinê, û xebatkarên Baxçeyê Şehîd Barîn beşdar bûn.






