#Qamişlo: Di çarçoveya hewldanên Desteya Jîngehê li Kantona Cezîrê de ji bo piştgiriya kampaniyên jîngehî, û di çarçoveya kampanyaya “Dibistana Me” de ku ji hêla Navenda “Hunergeha Welat” ve bi piştgiriya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê, Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê û Şaredariya Gel a Qamîşlo hatiye destpêkirin, kampanya îro, roja Pêncşemê, 4ê Kanûna Pêşîn a 2025an, ji sê dibistanên bajarê Qamîşlo dest pê kir.
Roja yekem a kampanyayê rêzeçalakiyan dihewîne, ku bi ragihandina kampanyayê dest pê kir, dû re paqijkirina sê dibistanan û çandina darên cûrbecûr.
Kampanya dê berdewam bike heta ku her sê dibistan werin paqijkirin, giya werin rakirin, û derve bi dîwar û karên hunerî were boyaxkirin, çandina daran.
Desteya Jîngehê ji bo kampanyayê pêdiviyên paqijiyê peyda dike, di nav de konteynir, kîsikên ji bo berhevkirina çopê, mask, lepik û alavên din ên pêwîs, Darên pêwîst, û di çarçoveya kampanyaya xwe ya perwerdeya jîngehî ya berdewam de li dibistanên Kantona Cezîrê,perwerdeyên jîngehî li dibistanan lidar bixe.
Tevlîbûna çalakiyê ji hêla, hevserokatiya Desteyê, Hêzên Parastina Jîngehê, endam û karmendên Desteyê û Rêveberiya Jîngehê ya li bajarê Qamîşloyê, û hejmarek ji xebatkarên Şitilgeha Şehîd Barîn a ku di bin siya Desteyê de dixebite, amade bûn.
Desteya Jîngehê piştgiriya kampanyayên ji bo bidestxistina jîngehek paqij û bê qirêjî, û avakirina civak û nifşek ekolojîk berdewam dike.






