Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cezîrê bi amadebûna komîteyên têkildar ên wekî Komîteya Nanpêjxaneyan û Komîteya Koloperatîfat, û her wiha nûnerên Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Girkê Legê û Komîteyên Aborî yên Girkê Legê û Mistefawiye, nanpêjxaneyek nû li bajarokê Til Cemal ê girêdayî Girkê Legê vekir.
Ev nanpêjxaneya nû xwediyê xetek hilberînê ye ku dikare pêdiviyên nan ên 24 komînan peyda bike. Vekirina wê beşek e ji planên Encûmena Aborî û Çandiniyê yên ji bo pêşxistina binesaziya xizmetguzariyê û baştirkirina xizmetguzariyên bingehîn li deverên gundewarî. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku dabînkirina nan a berdewam ji bo niştecihên Til Cemalê misoger bike, bi vî rengî êşa wan a rojane sivik bike û aramiya jiyanê û ewlehiya xwarinê li herêmê zêde bike.






