Komîteyên Sewaldariyê li
Kantona Cezîrê bi awayekî berfireh serjimêriya sewaldariyê (wek ga, pez, bizin û mirîşk) dikin da ku rewşa sektorê bi awayekî rast diyar bikin.
Armanca bingehîn a vê pêvajoyê ewe ku meznahiya seweldariyê diyar bibe, daneyên hewce ji bo baştirkirina polîtîkayên çandiniyê û piştgirîkirina domdariya vî warî peyda bibin.
Ji bo pêkanîna vî karê girîng, 32 komîteyên pispor hatine avakirin, ku her yek ji 4 kesên pispor pêk tê. Ev tîmên taybetî her roj ji demjimêr 8:00ê sibê heta 5:00ê êvarê dixebitin, da ku serjimariya herî rast berhev bikin.






