Gerenîndeya Avê ya Dêrikê, di çarçoveya xebatên xwe yên domdar ên ji bo baştirkirina rewşa avê li bajêr de, li taxa Şehîd Xebat bîra avê ya hejmar 22 ji nû ve xebitand.
Tîmên beşa avê, pompa binavî ya kevin û xirab bi pompeke nû guhertin û saz kirin. Ev bîr, avê ji herêma başûrê bajêr re peyda dike.
Gerenîndeyê bang li şêniyên Dêrikê kir ku avê biparêzin da ku av bigihêje hemû malan.






