Şaredariya Girkê Legê li Kantona Cezîrê duh, bi amadebûna niştecihan, komelgeha “Ava Şîn” vekir, ku tê de qadeke werzîşê, cihê geşeyê malbatî û avbazgeh heye. Vekirina komelgehê bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanên şehîdan dest pê kir.
Piştî wê, hevseroka Şaredariya Gel, Gulnar Hisên, projeyê pîroz kir û spasiya beşdaran kir, diyar kir ku Şaredariya Gel dê li ser projeyên nû ji bo xizmeta gelê bixebite.
Şahiya vekirinê bi birîna şerît bi dawî bû, û ev cih wekî cihê modern werzîşê û geşteyê ji bo xelkê bajar û deverên derdorê tê bikaranîn.






