Şaredariya Gel a Hesekê, yekemîn peymana jiyana hevbeş ku ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate derxistin, da.
Ev peyman, weke gaveke nû ji bo rêxistina kar û barên malbatê li gorî rêzikname û zagonên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine pejirandin. Peyman, di bin zagonên Rêveberiya Xweser de, têkiliyên malbatî û maf û erkên endamên malbatê li gorî perensîbên dadmendî û wekheviyê yên li herêmê digre û rêk dikin.






