Di bin çavdêriya Desteya Ciwan û Werzîşê de, formek di bin dirûşmeya “Ronahiya komînan di tariya desthilatdariyê de” hat lidarxistin.
Di formê de Bawer rêveberek di Desteya Ciwanan de li ser rola komînan û girîngiya wan di pêşxistina giyanê beşdariya civakê axivî.
Vîdyoyek li ser sîlvîzyonê hat nîşandan ku tê de têgeha komînê û pîvanên wê hebû. Piştî vê, qad ji bo destwerdan û nîqaşan hate vekirin, ku beşdaran nerîn û têpîniyên xwe li ser pêşxistina karê komînan û zêdekirina rola wan di civakê de parve kirin.
Di dawiya formê de, daxuyaniyek hate xwendin ku tê de pêşniyar û encamên herî girîng ên ji diyalogê hatine bidestxistin. Ev form beşek ji hewldanên Desteya Ciwanan û Werzîşê ye ji bo zêdekirina hişmendiyê û diyalogên civakî.






