Gerenîndeya teknîkî ya Şaredariya Gel a Hesekê, bi hevkariya Kampa qîrê ya Hesekê, piştî temamkirina rijandina heybara MC0, dest bi danîna qîrê li Kolana Muftî kir.
Ev gav beşekî serekeye ji amadekirina rê ye berî danîna qatên qîrê yên dawî.
Ev xebat parçekek ji planekî fireh e ku armancê wê nûjenkirin û baştir kirina rêyên sereke û dûyemîn yên Hesekê ye. Tîmên teknîkî bi pîvanên endezyariyê dixebitin da ku kalîteya pêkanînê biparêzin û karîgeriya xebatê zêde bikin.
Di daxuyaniyekê de, Şaredariya Gel a Hesekê got:
“Xebatên nûjenkirinê li Kolana Muftî li gorî bernameyek diyarkirî têne kirin û armanc ew e ku xizmetguzarî baştir bibe û herikîna trafîkê hêsan bibe.”
Atolyeyên şaredariyê bi makîneyên giran yên endezyariyê û karmendên pispor xebatê didomînin, da ku xebat bileztir bibe û qerebalixa trafîkê kêm bibe.






