Desteya Malbatên Şehîdan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kantona Cezîrê, serdana Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê kirin.
Şande ji aliyê Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar, şêwirmend û Desteya Serokatiyê ya Encûmena Gel a Kantona Cezîrê hatin pêşwazî kirin.
Di serdanê de, hin mijarên girîng ên têkildarî malbatên şehîdan û mekanîzmaya piştgiriyê ji bo malbatên şehîdan û zarokên wan hatin nîqaş kirin.






