Rêveberiya Entîk û Mozexane a girêdayî Desteya Çandê li Kantona Cizîrê, projeyek hişyarkirinê bi rêya rêxistina serdanên meydanî bo hejmarek deverên dîrokî ku xwendekaran armanca dike da destpêkirin.
Armanca vê projeyê ew e ku nirxên parastina mîrata çandî biçîne, hişmendiya li ser girîngiya mîrata çandî di nav nifşên ciwan de bilind bike, ciwanan bi dîrok û mîrata wan girêde û wan beşdarî parastina cihê dîrokî bike.






