Di Roja Cîhanî ya Zarokan, li bajarê Hesekê, desteya Jin a Kantona Cezîrê bi beşdariya şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi nûnertiya hemû Encûmenan wê di nav de Hevseroka Encûmena Cîbcîkar, Vîvyan Beho Osê, û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan, her wiha rêxistinên jinan, hejmarek zarokan û mala parastina zarokan şahiyek li dar xist.
Şahî bi xulekek bê dengiyê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştî vê yekê axaftin hatin kirin ku tê de rola şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bihêzkirina jinan û avakirina navendên lênêrîna zarokan de, tevî zehmetiyan jî, hate destnîşankirin.
Hevseroka Desteya Jin, Edalet Umer, pîrozbahî li zarokên cîhanê, bi taybetî yên li herêmê kir, êşên wan ji ber bandorên şer û pevçûnan anî ziman û girîngiya balkişandina ser mafên zarokan di vê roja cîhanî de destnîşan kir.
Vîvyan Beho Osê, hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, tekez kir ku parastina zarokan berpirsiyariyeke sincî û civakî ye, û zarok bingeha civakê û yên herî hêjayî lênêrînê ne.
Pîrozbahî pêşandanên şanoyî û hunerî, dîlan û mûzîk di nav xwe de digirt, û bi gera pêşangehek hunerên destan û tabloyan ku taybetmendiyek cihêreng li bûyerê zêde kir, bi dawî bû.






