Şaredariya Girkê Legê li Kantona Cezîrê, bi hevkariya Gerenîndeya Avê, dest bi kolandina du bîrên nû kir. Kolandina li ser yek ji bîran dest pê kiriye, û kûrahiya wê gihîşt 350 m. Proje ji bo pêdiviyên niştecihan tê, armanca wê zêdekirina çavkaniyên avê ji bo şêneyên Girkê Legê ye.






