Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di axaftina xwe ya di Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn MEPS 2025`an de ku li Duhokê hate lidarxistin, piştrast kir ku Sûriye gihîştiye qonaxekê ku êdî cîh ji bo şer nemaye û diyalog yekane rêya bidawîkirina şerê ku zêdetirî 13 salan berdewam dike ye.
Ebdî diyar kir ku tunebûna diyalogê yek ji sedemên sereke yên hilweşîna rejîma Baasê bû û tekez kir ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser tu caran şer hilnebijartine, lê belê li ser wan hatiye ferzkirin û got tişta ku îro pêwîstiya Sûriyê pê heye bi rêya şer pêk nayê lê belê bi rêya danûstandinên niştîmanî berfireh pêk tê.
Ebdî destnîşan kir ku peymana 10`ê Adarê xaleke girîng a werçerxê ye ku rê li ber hewildanên parçekirina Sûriyê girt û pêşî li ber ketina wê ber bi şerekî navxweyî ve girt û tekez kir ku peyman naskirina destûrî ya mafên Kurdan dihewîne, her çend ew bi navbeynkariya qismî û di şert û mercên aloz de pêk hatibe jî.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku qonaxa niha ya diyalogê rastî astengiyên mezin tê, bi taybet tunebûna baweriyê di navbera her du aliyan de, berdewamiya xetereyên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, ji bilî tedbîrên hikûmetê yên ku gelek alî ji nav xwe derxistin, ku tirsên zêdetir çêkirin her wiha ku koçberên bi darê zorê nikarin li malên xwe vegerin nimûneya wê ye ku nikarin vegereke ewle ji koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re, peyda bikin.
Her wiha Mezlûm Ebdî baweriya xwe bi îradeya siyasî ji bo pêkanîna peymana 10`ê Adarê anî ziman ku dikare biser bikeve û piştrast kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vê îradeyê ne û destekê didin berdewamiya wê û bang li hikûmeta demikî ya Sûriyê û welatên cîran kir ku gavên zelal ên bi vî rengî bavêje.
Mezlûm Ebdî anî ziman ku civaka navneteweyî ber bi dayîna derfeteke nû ji bo diyalogê ji bo Sûriyê ve diçe û Rêveberiya Xweser amade ye ku heta dawiyê di vê derfetê de bimeşe û bang li her kesî kir bi taybetî Tirkiyê ku derfetê bide diyaloga di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta demikî de ji bo pirsgirêkan bi rêya diyalogê, çareser bikin.
Mezlûm Ebdî got danûstandinên li ser peymana 10`ê Adarê, tevî zehmetî û hêdîbûn jî berdewam in û pêşketinên mezin di osyayên leşkerî û ewlehiyê de çêbûne û tenê hûrguliyên dawî mane beriya ragihandina fermî di belgeyeke nivîskî û îmzekirî de di navbera her du aliyan de.
Ebdî tekez kir ku dosyayên girêdayî rêveberî û rêbazên hikûmetê hîn di nîqaşan de ne û piştî 15 salan ji şer Sûriyê dê venagere sîstema navendî û ev mijareke çareserkirî ye ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Her wiha Hevseroka Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed jî piştrast kir ku bingehên aloziya Sûriyê girêkdayî hişmendiya ku li ser esasê hêz û çekan hatiye avakirin ku ev hişmendî Rojhilata Navîn xistiye bin serweriya xwe de û diyar kir ku ew sedema yekê ya giranbûna gelek pirsgirêkan e û ya herî girîng jî paşguhkirina gelê Kurd û bêparhiştina wan ji mafên wan, ji bilî cudakariya berdewam a li dijî jinan.
Ilham Ehmed anî ziman ku aloziya Sûriyê bêyî guhertina vê hişmendiyê ji hişmendiyeke din re ku yên din qebûl bike, dê çareser nebe û tekez kir ku pêwîst e destûrek were nivîsandin ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike û rêveberiyeke hevbeş dûrî dûrxistinê be ku her tim dibe sedema pevçûn û şer, were avakirin.
Her wiha Ilham Ehmed got Sûriyê piştî salên dirêj ji şer û aloziyê pêwîstiya wê heye ku her pêkhateyek xwe bixe cihê pêkhateya din, da ku pêdiviyên wî fêm bike û ber bi têgihîştinê ve biçe.
Ilham Ehmed destnîşan kir ku Peymana Sykes-Picot yek ji encamên herî berbiçav ên vê hişmendiyê bû û bandorên wê hîn jî pêşveçûna diyalogê li Sûriyê asteng dikin û diyar kir ku tewanên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê danûstandinên bi hikûmeta demikî re astend dike û wê hişmendiya ku diyalog û qebûlkirinê re dike, nîşan dide.
Ilham Ehmed piştrast kir ku pêwîstiya pêkanîna aştî û aramiyê, bi ragihandineke piştgirî ji ewlehî û aramiyê re heye, meteryalên perwerdeyê li ser esasê beşdarbûn û naskirina hemû pêkhateyan her wiha hêzdayîna jinan di aliyê siyasî de ye û nûnertiya wê şertekî esasî di her pêvajoyeke aştiyê de ye.






