Mehran Bêrî, hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Encûmena Aborî û Çandiniyê li Kantona Cezîrê, ragihand ku belavkirina mazotê ji bo cotkaran berdewam e. Li gorî agahdariyên komîteyê, 15,377,452 litr mazot ji bo 10,370 kartê cotkaran hat belavkirin.
Wî got ku %80 ji belavkirina koma yekem qediya, û %20 mayî ye ku di dawiya vê mehê de jî dê were belavkirin da ku pêvajoya koma yekem bi tevahî biqede.
Bêrî got ku cotkaran bi vê çalakiyê kêfxweş bûn, û girîngiya wê ji bo piştgiriya çalakiyên wan ên çandiniyê tekez kir.
Wî her wiha piştrast kir ku komîte berdewam e li ser şopandina pêvajoya belavkirinê da ku piştrast bike ku mazot digihîje hemî cotkarên mafdar.






