Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cezîrê û komîteyên Ciwan û werzîşê yên li bajarokê Şedadê, Zerkan û Til Birak form û kampaneyên hişyarkirinê bi serenavê “Jiyanê hilbijêre, madeyên hişber red bike” lidarxisti, bi armanca hişyarkirina ciwanan û civakê li dijî
metersiyên madeyên hişber. Di formê de hejmareke mezin ji gel, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê navxweyî amade bûn, û di bernameyan de agahî derbarê madeyên hişber û rêbazên pêşîlêgirtinê hatine pêşkêşkirin, bi tekezkirina girîngiya hevkariya civakî.
Komîteyan jî ragihand ku her heftê sê caran serdana dibistanan dikin da ku korsên hişyarkirinê bidin xwendekaran, bi hevkariya beşên perwerdehî, tenduristiyê û ofîsên kontrola madeyên hişber, da ku civakek hişyar bê avakirin.






