Şaredariya Gel a Dirbêsiyê, di çarçoveya hewldanên xwe de ji bo parastina paqijî û xuyangê giştî ya bajarê Dirbêsiyê, û li ser daxwaza şêniyan bermahiyên kombûyî rakirin. Piştî şopandina meydanî, hatiye aşkere kirin ku bermahî di hundurê hewşek taybet de hatine berhevkirin, ne li cîhekî giştî. Ji ber vê yekê, di gerên rojane yên şaredariyê de nayê dîtin.
Şaredariyê piştrast kir ku kombûna vê bermahiyê, encama ku hin gel bermahiyên li cihên ku nehatine destnîşan kirin diavêjin, bang li niştecihên bajêr kir ku pabend bibin û selikên çopê diyarkirî bikar bînin.
Di heman çarçoveyê de, beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel, di çarçoveya kampanyekê berfireh a parastina jîngehê de, li ser baştirkirina xizmet û rewşa jîngehê û rakirina bermahiyan ji bajêr heta gundê Til Eylûl domand. Kampaneyê herêma kemerê, herêma pîşesaziyê, çerxerêya stadyûmê û hejmarek xalên ku di rojên borî de ax lê kom bûbûn, bi armanca kêmkirina belavbûna bêhnên nebaş û parastina jîngehek saxlem û paqij.
Beşa Jîngehê piştrast kir ku şaredarî ji bo misogerkirina domdariya paqijya giştî û baştirkirina kalîteya jiyanê li bajarê, kampaneyên paqijiyê didomîne.





