Rêveberiya Trafîkê, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cezîrê, Ajokarek girtin ku bibû sedema birîndarbûna hejmarek ji xwendekaran li Hesekê
Piştî ku vîdyoyek li ser medyaya civakî belav bû ku tê de ajokarê otomobîleke (Hyundai Jeep – rengê spî) li ber dibistanekê li taxa El-Salihiye ya bajarê Hesekê bi bêhişmendî diajot , ev bûyer bû sedema ku li hejmarek xwendekaran xist, û ji cihê bûyerê reviya
bi belavbûna vîdyoyê re, Nivîsgeha Lêpirsînê ya Trafîka navenda bajarê Hesekê gilîyek ji Rêveberiya Perwerdehiyê ya Hesekê wergirt ku tê de hûrguliyên bûyerê hene
Rêveberiya Trafîkê, bi hevrêziya Beşa Têkildar û Agahdariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi awayeke rasterast dest bi operasyoneke lêgerîn û lêkolînê kir da ku wesayît û ajokarê wê bibînin
Ajokar û wesayît hatin girtin û tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî wî hatin girtin.
Desteya Hundirîn a kantona Cezîrê hewlên xwe yên berdewam ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyan piştrast dike û dê tu tevgerên ku jiyana xwendekar û peyayan dixe xetereyê , qebûl neke, û girîngiya pabendbûna bi qanûnên trafîkê ji bo parastina ewlehiya giştî tekez dike.





