Zanîngeha El-Şerq a li bajarê Reqayê îşev merasîma derçûna beşa yekem ji xwendekarên xwe, lidar xist. Hejmara xwendekarên derçûyî nêzî 129 xwendekarî ji xwendekarên jin û mêr ji beşên cûda, di nav de wêje, zanist, rêveberî û darayî, perwerde, teknolojî, zimanê Îngilîzî, master pîskolojiya kilînîkî, diploma di piştgiriya derûnî û civakî û diploma hemşîreya derûnî.
Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Zanîngeha El-Şerq, nûnerên tevger jin, malbatên şehîdan û xwendekarên derçûyî, beşdarî merasîma derçûnê bûn.
Di merasîma derçûnê de Hevseroka Zanîngeha El-Şerq Rena Ebdulqadir axivî, derçûna xwendekaran pîroz kir û tekez kir ku ev roj ne tenê hejmarek di rojnameya zanîngehê de ye lê belê qonaxeke dîrokî nemir di rêya akademiyê de ye û dê bimîne sembola serfirazî û afrîneriyê.
Her wiha bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd jî axivî, tekez kir ku ev destkeftî ne tenê boneyeke akademîk e lê belê encama rêwîtiya ji berxwedan û biryardayîna ji bo avakirina civakeke azad, ronakbîr û demokratîk e.
Hevseroka Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Hemşo jî kêfxweşiya xwe bi vê boneyê nîşan da û piştrast kir ku zanîngeh qada azad ji bo xwenaskirin û pêşxistina zanistê ye û derçûna vê beşê destpêka rêyeke nû ji hişyarî û azadiyê ye.
Di merasîma derçûnê de sînevizyon derbarê danasîna Zanîngeha El-Şerq hate pêşkêşkirin, têde qonaxên damezrandin û beşên wê yên akademîk hatin nirxandin. Paşê xwendekarên derçûyî, hevserokatiya Zanîngeha El-Şerq û serokên beşan ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ve ji ber ked û xebata wan, hatin, xelatkirin.
Di dawiyê de stran di nava hewayeke kêfxweşî, serfirazî û girêdana niştîmanî hatin pêşkêşkirin. Bi vê yekê rêwîtiya beşa yekem ji xwendekarên Zanîngeha El-Şerq a li Reqayê, bidawî bû.




