Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “avakirina komînê bingeha civakek e demokratîk û azad e” yekemîn konferansa komînên Kantona Cezîrê li gulîstana Azadî ya bajarê Qamişlo lidarxist.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xanim Evîn Siwêd û Birêz Hisên Osman, ligel hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê Xanim Vîvyan Beho Osê û Birêz Hesen Şero beşdarî konferansê bûn.
Her wiha nêzîk 600 endamên komînan, hevserokên komînên bajar û bajarokên kantonê, Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongira Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Dayikên Aştiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî, ligel kesayetên siyasî, civakî û eşîrî, li Konfiransê amade bûn. Kesên amade girîngiya komînan wekî bingehek bingehîn ji bo avakirina civakek piralî û demokratîk tekez kirin û Beşdaran rexne li kêmbûna baldariya li ser komînan girtin, û axaftvanan pêşniyar kirin ku hejmara komînan li bajaran were kêmkirin û li şûna wan yek komîna li ser asta taxê, ku bi encûmena bajar an bajarokê ve girêdayî be, were danîn.
Di dema gûftûgoyan de, encûmenên taxan ên Qamişlo, Amûdê, Til Temir, Girkê Legê û Hesekê rewşa komînan nirxandin û konferansê gelek biryarên girîng girtin:
1- Peydakirina cihên guncaw ji bo karê komînan
2- Ji ber ku komîn bingeha jiyana civaka demkratîk e divê kar û xebata komînê cihê rêzgirtinê be ji hêla hemû saziyên rêveberiyê.
3- piştgiriya komîna ji bo vekirina
pirojên komperatîv û pêşxistina civaka demokratîk.
4-Bê erêkirina komînê tu kes nikare were erkdarkirin.
5- Divê hemû sazî û rêxistirên me rezgirtin ji biriyarê komînê bigirin.
6- Hemû endamên Rêveberiya Xweser endamên fermî yên komînê ne.
7- Hemû Hevserokên komîteyên
komînê perwerde ji wan re were vekirin.
8- Dabînkirina hemû Pêwîstiyên komînan
9- Hemû desteyên Rêveberiyê berpisyar ku komîteyên xwe bi rêya komînê ava bikin.
10- Tekezkirin li ser sîstema Hevserokatî û aktîvkirina rola jinê.
11- komîn hemû hewldanên
xwe bike ku derfetên xwe bi xwe peyda bike.
12- Ji bilî xizmetiyên giştî erkên komînê rêxistin û ji bo misogeriya aşîtiya
civakî û jiyaneke hevbeşî hewil dide.




