Di çarçoveya Metropolîtaniya cîhanî ku ji aliyê Metroplîtaniya Berşelonayê (AMB) hatiye organîzkirin. Hevserokatiya şaredariya gel a bajarê Qamişlo beşdarî rêze hevdîtinên komxebatên ku di navbera 14 û 17 Çiriya Yekê de bû.
Ev beşdarî bi armanca hevguhertina pisporiyê û pêşxistina hevkariya di navbera bajaran de di warê rêveberiya bajaran û pêşkeftina herêmî de hat.
• 14ê Çiriya Yekê:
Civînek bi Cîgirê Serokê AMB, Birêz Kastîlana re ji bo gûftûgokirina çarçoveya herêmî, mekanîzmayên xebatê û pisporiyên hevpar.
• 15ê Çiriya Yekê:
Hevdîtinek bi Xanim Bêrîvan Umar re ji bo gûftûgokirina rêveberiya desthilatdariya herêmî di çarçoveya pevçûn û piştî pevçûnê de li Bakûr û rojhilatê Sûriya- Qamişlo.
• 16ê Çiriya Yekê:
Bêrîvan Umar beşdarî rûniştina gûftûgoyê ya vekirinê ya li ser pirsgirêkên ku şaredariyên li deverên bi pevçûn bandor bûne û hevkariya di navbera bajaran de rû bi rû dimînin, ji bilî beşdarbûna komxebatekê ji bo amadekirina pêşniyarekê li ser deverên bajarî, bû.
• 17ê Çiriya Yekê
Beşdarbûna komxebata dawîn ji bo temamkirina pêşniyara navneteweyî li ser deverên bajarî, digel serdaneke meydanî bo deverên rêveberiya bermahiyan û deverên dermankirina ava qirêj ji bo fêrbûna li ser çareseriyên bajarî yên ku ji hêla (AMB) ve têne birêvebirin.
Ev beşdarbûn di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî û danûstandina pisporiyê di rêveberiya herêmî û pêşkeftina domdar de tê, ku beşdarî pêşxistina xizmetên şaredariyê li bajarê Qamişlo dibe.






