Yekem civîna Encûmena Jîngehê li Kantona Cezîrê îro li Qamîşlo hate lidarxistin.
Civîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina ji şehîdan dest pê kir, piştre bendên û madeyên têkildarî avakirina encumenê, bi taybet a Encûmena Jîngehê hatin xwendin.
Di civînê de rewşa siyasî ya giştî, rewşa jîngehê li Kantona Cezîrê, û ravekirina kar û stratejiya Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê jî hate nîqaşkirin.
Encumena ku ji nûnerên hemî encumen, sazî, û rêxistinên ku bi jîngehê ve mijûl in (perwerde, Yekîtiya şaredariyan, aborî û çandinî, tenduristî, ol û bawerî, Zanîngeha Rojava, Heyva Sor a Kurd, Kongra Star, Desteya Jin, Ciwan, Malbatên Şehîdan, Desteya Çandê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hêzên Parastina Jîngehê, Enerjî, Desteya Jîngehê li Kantona Cezîrê), û her wiha rêxistinên civaka sivîl ên jîngehî, komeleyên jîngehî, komên civakî ên jîngehî, û çalakvanên jîngehê pêk tê, dê hevserokên encumena jîngehê yên bajar û bajarokên kantonê jî di nav xwe de bigire.
Di civînê de Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê û hevserokên Encûmena Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
Yek ji karên herî girîng ên civîna yekem a encumenê hilbijartina hevserokatiya Encumenê bû.
Hevserok dê ji Meclisa Gelan a Kantonê re werin pêşkêş kirin da ku dest bi erkên xwe bikin, Rovand Ebdo û Mihemed El-Elî ji hêla endamên amade ve hatin hilbijartin.
Avakirina encumenê li ser bingeha Hevpeymana civakî ye, ku pêwîstiya avakirina Êncumenên pîvanî, di nav de Encûmena Jîngehê jî, destnîşan dike. Beşdarbûna hemî aliyên bi jîngehê re têkildar, civak jî, di biryardanê û di destnîşankirina stratejiya xebata jîngehê de, da ku Encûmen, ligel Desteya Jîngehê ya li Kantona Cizîrê, bibe laşê ku bi jîngehê re têkildar e .






