Şaredariya Gel a bajarokê Çil Axa yê Kantona Cezîrê wekî beşek ji planên projeyên 2025an, di qonaxên dawî yên projeya Karîzan de, ku çend taxên bajêr (Taxa Xesan Kenfatî ya nêzîkî dibistanên, Taxan Xesan Kenfatî ya nêzîkî diravgehê, Taxa Pêşesazî û Taxa Tişrîn) bi dirêjahiya 1000m berdewam dike.
Di daxuyaniyekê de şaredariya gel a li Çil Axa tekez kir ku “projeyê piştî wergirtina gilî ji niştecihan hatibû bicîhanîn. Tevî şert û mercên aborî û zextên xizmetiyê yên ku herêm pê re rû bi rû dimîne ev proje di plana xizmetiyê ya şaredariyê ya îsal de cih girt .
Rêveberiya xweser a kantona Cezîrê pabendbûna xwe ya piştgiriya projeyên xizmetiyê li seranserê herêmên xwe piştrast dike, û xizmetiyên giştî wekî pêşanî dibîne. Her wiha ew bi hevkariya encûmenên herêmî û saziyên têkildar ji bo pêkanîna projeyên karîzê, çêkirina rêyan û berfirehkirina torên av û elektrîkê dixebite.



