Wekî beşek ji amadekariyên demsala zivistanê, şaredariyên gel ên li bajar û bajarokên Kantona Cezîrê kampaneyên xwe yên ji bo paqijkirina dergehê ava baranê û parastina torê karîzan didomînin
Armanca van kampaneyan ew e ku pêşî li kombûna ava baranê bigirin û pirsgirêkên binesaziyê careser bikin.
Li bajarê Dêrikê, Ofîsa Xizmetiyan ji bilî tamîrkirin û lênêrîna dergehê ava baranê, ji 520 dergehê ava baranê yên ku salane têne paqijkirin, zêdetirî 350 dergehê ava baranê paqij kirine.
Li bajarê Hesekê, tîmên karîzan li çend taxan ji bilî karê rojane yê têkildarî parastina girêdanan û çareserkirina astengiyên torê dixebitin da ku çalên manor û lûleyan rakin û bergirên pêwîst saz bikin.
Ev proje li bajar û bajarokên din jî têne bicîhanîn, mîna Qamişlo, Amûdê, Çil Axa, Tirbespiyê, Rimêlan û hwd, ku tîmên teknîkî ji bo amadekirina binesaziyê ji bo demsala baranê dixebitin.
Şaredariyan piştrast kirin ku ev proje bi piştgiriya Rêveberiya Xweser têne bicîhanîn, ku tevî zehmetiyên aborî û zextên xizmetiyê, xizmetên bingehîn ji niştecihên Kantona Cezîrê re peyda dike, ji bo misoger bikin ku bajar û bajarok ji bo demsala zivistanê amade ne.








