Weke îro di sala 2019`an de dewleta Tirk bi beşdariya komên çete yên girêdayî wê êrîşeke berfireh li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û aramî û ewlehiya herêmênê me yên ewle kir hedef. Di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekan di navde çekên qedexekirî di warê navneteweyî de û ev yek di nava bêdengiyeke navneteweyî şermok li hember sûc û binpêkirinên ku li dijî gelê me hate kirin.
Di encama êrîşê de bi sed hezeran sivîl koçber bûn, binpêkirinên mezin ji mafên mirovan re ji kuştin, revandin, talankirin û hilweşandina binesaziyê hate kirin. Ev yek di çarçoveya siyaseta sîstematîk ku armanca wê qirkirina etnîk, guhertina demografiya wan herêman, pêk hat. Heta roja îro Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriyê de ne û şêniyên wan ji ber tunebûna ewlehî û berdewamiay binpêkirinên rojane li dijî sivîlan, zehmetiyan dikşînin.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tekez dikin ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê gefeke rasterast li ser yekîtiya xaka Sûriyê û aramiya wê çêdikin û rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera şêniyên wê bi awayekî bi rûmet û ewle erkeke niştîmanî û mirovî ye û nabe ku were paşguhkirin.
Bi vê boneyê em bi rêzdarî şehîdên leheng ên QSD`ê, YPJ`ê û gelên xwe yên sivîl ku bi lehengî li hember êrîşên dewleta Trik û komên girêdayî wê sekinîn û bi xwîna xwe ya pîroz parastina ax û rûmeta xwe kirin, bi bîr tînin.
Girêdayî mijarê em bang li hikumeta demikî dikin ku berpirsiyarên xwe yên niştîmanî û mirovî pêk bîne û ji garantiya vegera şêniyan li warê wan bi awayekî cidî bixebite, binpêkirinên li dijî wan rawestîne, gavên wê di çarçoveyeke niştîmanî de be ku siyasetên dagirkerî û guhertina demografî ku li dijî gelê me li Serêkaniyê û Girê Spî têne meşandin, bidawî bike.
Her wiha em tekez dikin ku divê xebatên niştîmanî yên Sûriyê bi pêkhateyên wê cûda û hêzên wê yên siyasî û civakî bibin yek da ku dagirkeriya Tirkiyê bidawî bikin, projeyên perçekirinê rawestîne, bi hevre ji bo Sûriyeke demokratîk, yekgirtî ku edalet, azadî û wekhevî di nava gelê wê de serdest be, bixebitin.
Îro Sûriye piştî hilweşandina rejîma Baas ku bi dehê salan bi zordarî û zilmê welat birêve bir, dikeve qonaxek nû. Gelê Sûriyê hîn jî li benda gavên cidî ne ber bi vegera ewle û bi rûmet li malên xwe û vegerandina mafê xwe yê jiyana bi azadî û bi rûmet li ser axa xwe.
Gelê Sûriyê ji bo bidestxistina armancên şoreşa azadî, edalet û rûmeta mirovan li dijî neheqî û zordariyê têkoşiyan. Erka hemû hêzên niştîmanî û siyasî ye ku hêzên xwe bikin yek û yekgirtî bin da ku hêvî û xwestekên vî gelî pêk bînin û berdêlên mezin ên ku ji bo avakirina Sûriyeke nû, azad û demokratîk dane, biparêzin.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de soza xwe ji gel û hêzên xwe re nû dikin ku têkoşîna xwe bi hemû rêbazên rewa heta bidawîkirina dagirkirinê û vegera koçberan li warê wan, avakirina pêşerojeke bi rûmet, azad û edalet ji hemû gelê Sûriyê re, nû dikin.
Şehîdên namirin
Azadî ji kesên girtî û revandî re
Serkeftin ji îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
