Gelê bajarê Dirbêsiyê, gundên derdora wê û bajarokê Çil Axa îro xwepêşandanek girseyî ji bo piştgiriya gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê lidarxistin.
Xwepêşandan ji bo nerazîbûnê li dijî girtina ketin û derketinên taxan û êrîşên ku ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve li ser wan têne kirin, hate lidarxistin.
Her du xwepêşandan bi beşdariyeke berfireh ji aliyê gel ve, li gel endamên rêxistinên civaka sivîl, ku alên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hildigirtin, pêk hatin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin û tê de hat tekez kirin ku “êrîşên berdewam ên van koman li ser deverên cûr bi cûr gefê li ser ewlehî û aramiya Sûriya di afirînin û dibin sedema belavbûna têkdanê û çêkirina tevliheviya.
Her du xwepêşandan bi dûbare kirina dirûşmeyan bi dawî bûn ku hevgirtina xwe ji bo berxwedana berdewam a niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser nîşan didan.












