Di çarçoveya kampaneya ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve bi hevkariya Ofîsan Jinan a Desteya Tendrustiyê li Kantona Cezîrê û Standa jinên Azad li Sûrya ji bo naskirina zû a penceşêra pêsîran di bin dirûşmeya “Naskirina Zû, Jiyanek nû” de bi boneya heyva Çiriya Yekê “Heyva Pembe” ya hişyariya li ser penceşêra pêsîran, îro komek diyarî li Nexweşxaneya Telasîmya ya bajarê Qamişlo li ser zarokên bi nexweşiya telasîmya û zarok û jinên bi nexweşiya penceşêrê hatin belavkirin.