Desteya perwerdeyê ya kantona Cizîrê bi hemahengiya bi rêveberiya xweseriya demokratîk ya kantonê re dest bi belavkirina pirtûkan bi pilannameyeke rêxistinkirî li ser rêveberiyên dibistanan li bajar û bajarokê girêdayî kantonê kir.
Ev bername yek ji pilannameyên desteya perwerdeyê ji haziriyên sala xwendinê û dabînkirina alav û pêdiviyên dibistanan e.
Pirtûk ji aliyê desteya perwerdeyê ya kantonê û rêveberiyên dibistanan ve li bajar û bajarokan li gorî lîsteya ku ji bo di demeke hatiya diyarkirin de , da ku bigihêje hemû dibistanên kantona Cizîrê di demekî kurt de.






