Li bajarê Amûdê, qonaxa duyemîn a kolandina bîrê dest pê kir. Armanca vê projeyê ew e ku bîr bi kûrahiya 425m were kolandin, av ji hemû taxan re were şandin û pêdiviyên gel werin dabînkirin.
Qonaxa yekem ya projeyê, ku amadekirina cihê kolandinê, stabîlkirina bingeha bîrê û sazkirina alavên kolandinê tê de digirt bi dawî bû, niha qonaxa duyemîn di nav xebatên xwe de ye, ku kolandina bîrê heta kûrahiya 200m û pêkanîna karên rûpûşkirin têne kirin.
Heta dema nivîsandina vê raporê, kûrahiya kolandinê gihîşt 75m û xebat hîn jî bi awayekî rêxistinî berdewam dike. Ev proje beşek ji projeyên sala 2025an e.


