Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê û Encûmena Malbatên Şehîdan 3emîn salvegera şehadeta her du hevserokên Ofîsa Kar û barên Dad û Çaksazîyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, Zeyneb Sarûxan û Yelmaz Şero, bi bîr anîn.
Merasîm bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre axaftin hatin kirin ku tê de sersaxî ji malbatên şehîd Zeyneb û Yelmaz re hat xwestin û tekez kir ku “Dewleta Tirk a dagirker her dem kesayetên ku ji bo welat têkoşîndar armanc girtiye, û şehîd Zeyneb mînakek têkoşîna domdar a şoreşê bû, û bi dil xebitî da ku jinên li herêmên birêxistin bike û têgeha jina azad xurt bike.”
Hêjayî bîranînê ku di 27ê Îlona 2022an de, di dema merasîmên li Goristana Şehîd Dicwar li gundekî Hesekê û Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li bajarê Qamişlo de, ji aliyê balafirek dagirker a Tirk ve hate armanca kirin.
Rêveberiya Xweser soz da şehîdên azadiyê û got, “Em di Rêveberiya Xweser de, bi hemû endamên xwe û nûnerên xwe re, soz didin şehîd Yelmaz û Zeyneb û hemû şehîdên azadî û rûmetê ku em hemû projeyê şehadetê ne heta ku azadî bi dest bikeve. Em hemû amade ne ku her tiştê hêja feda bikin da ku jiyanek azad û bi rûmet bi dest bixin.”










