Wekî beşeke ji planeke stratejîk ku armanca wê çalakirina tevgera wezîşê û pêşxistina rastiya ciwanên li bajar û bajarokên cuda yên Kantonê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya li Kantona Cezîrê piştgiriya xwe bi riya zêdekirina komîteya ciwan û wezîşê bi alavên werzîşê yên bingehîn pêşkêş dike.
Qonaxa dawî ya pêvajoya belavkirinê bajarên Şedadê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girkê Legê û Merkeda di nav xwe de digirt, her wiha alavên werzîşê hatin pêşkêşkirin ji bo piştgiriya tîm û çalakiyên herêmê û pêşxistina beşdariya civakê di werzîşê de.