7’emîn Festîvala Şehîd Ronahî ya govendên gelêrî di bin dirûşmeya ” her govend çîrokek e, û her çîrok dîrokek e” bi beşdariyeke berfireh ji civakê cihê reng ên li seranserî bakûr û rojhilatê Sûriyeyê û deverên din ên Kurdistanê dest pê kir. festîval ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê ve hate rêxistin.
Festîval li Gulîstana Azadî ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cezîrê, rêxistinên civaka sivîl û şandeyên ji herêmên cûda ve dest pê kir.
Festîval bi xulekek bêdengiyê dest pê kir, piştre Hevseroka TEV-ÇANDê Semiya Mihemed axivî û bi xêrhatina beşdaran kir, şehîdên Şoreşa 19ê Tîrmehê bi bîr anî û tekez kir ku festîval peyama azadî û aştiyê temsîl dike. Her wiha ji bo beşdariya wan a çalak spasiya xwe ya taybet da koma mûzîkê ya “Mîlî” ya ji Dihokê.
.Di roja yekem de, şeş komên mîratî performans pêşkêş kirin, di nav wan de komên Kurd ji Efrîn, Kobanî, Amûdê û başûrê Kurdistanê, ligel komeke Ereb ji Reqayê û komeke Aşûrî û Ermenî, ku cihêrengiya tevna çandî ya herêmê anîn ziman.
Her wiha pêşangehek pirtûkan li gulîstanê ku ji aliyê çap xana Wêjeyî ya Şilêr ve hate rêxistin hebû.
Koma Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) performansek dîlan pêşkêş kir ku stranên Erebî û Kurdî li hev dicivîne, di tevgereke balkêş de ku sembola yekîtiya çand û çarenûsê ye.
Tîmên beşdar ên roja yekem:
– Koma Şehîd Serhed – Heleb
– Koma Tedmir – Reqa
– Koma Mîlî – Dihok
– Koma Şehîd Sînan – Kobanî
– Koma Hekarî – Suryanî
– Koma Dayikên Şehîd Rîhan – Amûdê
Komên jêrîn beşdarî çalakiyên roja duyemîn dibin:
– Koma Tiras – Dêrik
– Koma Atra – Suryanî (Cezîrê)
– Koma Xelat – Qamişlo
– Koma Rubou’ Cezîre – Til Temr
– Koma Ronak – Amûdê
– Koma Artsakh – Ermenî (Heseke)
– Koma Barkîn
– Koma Şehîd Çekdar – Rimêlan
– Koma Şehîd Riwan – Tirbespiyê
– Koma Gulan Zelal – Rimêlan
– Koma Şehîd Mizgîn – Amûdê
Festîval biryar e ku di 17ê Îlonê de, piştî sê rojên pêşandanên folklorîk ên ku çîrokên gelan vedibêjin û yekîtiya cihêrengiya çandî li hember hewldanên ji holê rakirin û tunekirina wan piştrast dikin, bi dawî bibe.