Komîteya Çandinî û Seweldariyê a Kantona Cezîrê, di çarçoveya piştgiriya xwe ya ji bo sektora çandiniyê ya Kantona Cezîrê de, destpêkirina belavkirina beşên şeşemîn û heftemîn ên sotemeniya taybet ku ji bo avdana berhemên pembû hatine veqetandin, ragihand. Ev belavkirin wekî beşek ji plana komîteyê tê ji bo dabînkirina sotemeniya pêwîst ji bo avdan û xebitandina zeviyên çandiniyê, ji ber girîngiya pembû wekî çandiniyek stratejîk ku beşdarî piştgiriya aboriya herêmî û zêdekirina xweseriya herêmê dibe.