Ji demjimêr serê sibê ve, xebatkarên paqijiyê li Kolanên bajar û bajarokên Kantona Cezîrê bi dilsozî karê xwe dikin da ku paqijî û bedewiya bajêr biparêzin.
Bi saya hewildanên wan ên berdewam, taxên me paqijtir dibin. Werin em bibin beşek ji vê berpirsiyariyê û bi van awayan beşdarî wan bibin:
– Avêtina bermahiyan di selikên çopê yên diyarkirî de.
– Dûrketina ji avêtina çopê li kolan û gulîstanan.
– Hevkarî bi xebatkarên paqijiyê re, rêzgirtina karê wan û teqdîrkirina hewildanên wan.
Em bi hev re bajarekî paqij.. xweşik.. hêjayî me û em hêjayî wê ava bikin.