Gerenîndeya Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, li Kantona Cezîrê, di pêkanîna projeya Miftî de pêşketinên berbiçav bi dest xistiye, rêjeya temamkirinê gihîştiye %70. Projeyê danîna kaşiya enterlok li her du aliyên rêyan temam kiriye û dest bi danîna xendekên ji bo penhekirina ava baranê kiriye. Bingehên daran li pêşiya dikanan hatine rijandin, stûnên ronîkirinê hatine danîn, û bingehên konteyner û berhevkirina ava baranê hatine amadekirin.
Wekî beşek ji xebata berdewam, xebata daxistina kevirê bazaltê yê reş ji bo amadekariya danîna wî di qonaxa bê de dest pê kiriye.